Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî di nameyeke fermî de ji bo Neteweyên Yekbûyî, daxwaz kir ku Encûmena Asayîşê, Amerîka û Îsraîlê wek aliyên ku şer dest pê kirine bibîne û wan neçarî dayîna qerebûya ziyanên şerê 12-rojî bike.
Di nameya ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hatiye şandin de, Îranê daxwaz kir ku lêpirsîn bi van herdu welatan re bê kirin û ji ber ziyanên mezin ên ku gihîştine Îranê, qerebûyê bidin.
Şer berbanga roja Înê, 13ê Hezîranê, dest pê kiribû, dema ku artêşa Îsraîlê bi firokeyên şer û dronan êrîşî ser Îranê kir. Di êrîşê de, dezgehên etomî, kargehên çêkirina mûşekên balîstîk hatibûn bombebarankirin û hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên etomî yên Îranê hatibûn kuştin.
Wek bersiv, Îranê di heman şevê de bi sedan mûşekên balîstîk avêtin ser Tel Avîvê. Tevî ku sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê piraniya mûşekan bêbandor kir jî, hejmarek ji wan ketin xwarê û bûn sedema hilweşîna gelek avahiyan.
Şer di rojên pişt re gur bû û berbanga roja Yekşemê, 22ê Hezîranê, firokeyên şer ên Amerîkayê sê navendên atomî yên Îranê, Fordo, Netenz û Îsfehan, bombebaran kirin, ku ev yek aloziyê kûrtir kir.
Piştî 12 rojan ji şer û pevçûnan, roja Sêşemê, 24ê Hezîranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya "Truth" agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand û gotibû ku "cîhan pêşwaziyê li vê biryarê dike" û pîrozbahî li cîhan, Îran, Îsraîl û Rojhilata Navîn kiribû.