Îran: Divê Amerîka garantiyê bide ku êrişî me nake

.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî daxuyand, ji bo ku dan û standinên wan û Amerîkayê dest pê bikin divê Amerîka garantiyê bide ku êrişî Îranê nake.

Şerê Îran û Îsraîlê 13ê Hezîranê bi êrişa Îsraîlê dest pê kir û Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê da zanîn ku agirbestê dest pê kiriye.

Lê hevdîtinên Îran û Amerîkayê bi destpêkirina şer re rawestiyan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî li Lûtkeya NATOyê got ku mizakereyên wan û Îranê dê hefteya pêşiya me careke din dest pê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser mijarê ji CBS Newsê re axivî.

“Divê em piştrast bin ku Amerîka êriş nake”

Li gorî Ebas Eraqçî, destpêkirina zû ya dan û standinên bi Amerîkayê re îhtimaleke dûr e û ji bo diyalog dîsa dest pê bike divê Amerîka garantiyê bide wan ku êrişî Îranê nake û got:

“Ez bawer nakim ku dan û standin ew qasî bilez dest pê bikin.

Ji bo ku em biryarê bidin dest bi dan û standinan bikin, divê em piştrast bin ku Amerîka di dema gotûbêjan de li hemberî me êrişeke nû ya leşkerî pêk nayîne.”

Wî got "Pêwîstiya me hîn jî bi demê heye" lê di heman demê de da zanîn ku "deriyên dîplomasiyê ti carî nayên girtin."

“Bi bombebaranê nayê tunekirin”

Eraqçî her wiha diyar kir ku bernameya wan a atomî nayê tunekirin û anî zimên:

"Teknolojî û zanista dewlemendkirina uranyumê bi bombebaranê nayê tunekirin.

Eger îradeya me hebe ku em di vî warî de bipêşketineke nû bi dest bixin û ev îrade jî heye, em dê karibin di demeke kurt de ziyanê sererast bikin û dema windabûyî telafî bikin."

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Koşka Sipî: Amerîka cezayên li ser Sûriyeyê radike
Hisên Omer: Li Sûriyeyê jî paşeroja Kurdan di destê Tirkan de ye
Hawara Çiyayê Kurmênc
Rêbiwar Taha: Li Kerkûkê 3 katyuşa ketin xwarê