Îran deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike

.

Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike.

Peyamêrê Rûdawê ragihand ku topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê sînorên nahiyeya Sîdekan a ser bi Soranê ve topbaran dikin û ji ber topbaranê agir derketiye.

Muxtarê Gundê Berbizîn yê bajarokê Sîdekan Mihemed Mecîd ji Rûdawê re da xuyakirin ku topxaneyên supaya pasdaran binara seqer, Sîngan û Gelî Spî û berde spî û telan li bajarokê sîdekan topbaran kirin.

Derbarê ziyanên canî û malî de Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand ku , heta niha ziyanên canî nebûne, tenê ziyanên maddî hebûne. 

Rûdawê bi rêya xelkê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê zaniye ku Supaya Pasdaran li navçeya Dole Meydan a Şinoyê topxane cîgir kirine û navçeyê topbaran dike.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt