Îran: 3 girtiyên Kurd hatin darvekirin

.

Li bajarê Kerecê yê Îranê 3 girtiyên Kurd hatin darvekirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, welatiyên Kurd ên bi navê Emîn Zakir Kakewend, Rehîm Emîrî û Celîl Hecîawayî bi tohmeta “bazirganiya madeyên hişbir” cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.

Her 3 girtiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ku li girtîgeha navendî ya bajarê Kerecê dihatin girtin, doh hatin darvekirin.

Li gorî zanyariyan, Celîl Hecîawayî ji bajarê Kenqewarê û Emîn Zakir û Rehîm Emîrî ji parêzgeha Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li aliyê din pêncşema borî jî 2 Kurdên bi navê Mocîtebe Emîrî (42) û Menûçer Berizger (40) ên ji bajarê Hersinê yê parêzgeha Kirmaşanê bi tohmeta “bazirganiya madeyên hişbir” li girtîgeha navendî ya Kerecê hatibûn darvekirin.

Herwiha hefteya borî 6 Kurd ên bi navê Sirûs Heyderî, Xalid Rohî û Kemal Îlhamî yên ji bajarê Sineyê û Elî Şahînnejad, Solet Tosen û Can Elî Nedîmî yên ji Urmiyeyê hatibûn darvekirin.

Li gorî amarîn Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê par 582 kes hatine darvekirin, 2021ê jî 331 kes hatibûn darvekirin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin