Îmarat hewl dide berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bike markayeke cîhanî

.

Kompanyayeke Îmaratî li Zaxoyê dest bi cibicîkirina projeyeke stratejî ya di warê çandiniyê de kiriye û dixwaze çandiniya Kurdistanê bi nûtirîn teknolojiya pêş bixe û berhemên wê bike markayeke cîhanî.

Îro 13ê Mijdara 2022an, kevirê binyatê ya wê projeyê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hat danîn.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo derbarê wê projeyê de ji K24ê re got: Do qonaxa yekem a projeyê de navendek lêkolînên çandiniyê tê damezirandin, da ku derçûyên fakulteya çandiniyê fêrî pêşxistina sektora çandiniyê bibin.

Ev proje dê ji aliyê kompanyaya Acrotech a Îmarat ve were pêkanîn. Di vê proje de tekezî li ser wê tê kirin ku cotkar û derçûyên beşa çandiniyê rahênan bike ku bi teknolojiya herî nû û zanistiya nûjen, karên xwe bikin û sektora çandiniyê li Kurdistanê pêş bixin.

Ew kompanya di hemû projeyan de, ji bo dabînkirina elektirîkê, sûdê ji enerjiya rojê dibîne û dixwaze bi riya bilindkirina kalîteya berheman û rêjeya wê, berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bike markayeke cîhanî.

Guhdar Şêxo got jî: “Di qonaxa duyemîn de jî 5 hezar donim li deşta Sindiyan tê çandin. Armanca me ya sereke pêşxistina sektora çandinî û geştiyariyê li Zaxoyê ye.”

Li gorî berpirsên kompanyayê û Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, ev proje dê 2 hezar û 500 derfetên karan peyda bike.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye