Îmamoglu li Amedê ye

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo piştgirîya şaredarên HDPê yên ji kar hatine dûrxistin, gihîşt Amedê.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo piştgirîkirina li şaredarên HDPê yên ji kar hatine dûrxistin, gihişt Amedê. Îmamoglu bi kombûneke rojnamevanî eşkere kir: Hikûmeta Tirkiyê dijî dengdêr û nûnerên HDPê cudakarî dike û ev siyasetek metirsîdar e.

Îmamoglu got: Hilbijartinên 31ê û 23ê Hezîranê Adara demokrasî hat qezenckirin û vîna xwedîderketina li demokrasiyê li Stebolê berceste bû. Gelek têgihîştinên giştî hene ku me demokrasî, komar, desthilatdariya hiqûqê û viyana netewî li ser ava kiriye. binpêkirin û bênirxkirina van têgehan jî li dijî demokrasî, yekîtiya me ya netewî û komara me ye.

Herwiha got: Desthilatdarî bê şert û merc ya milet e û serkeftin serkeftina gel e. Danîna qeyûman ser şaresariyan geflet û delalet e. Li cihê kesên bi hilbijartinê hatine û bê hilbijartin biçin, denokrasî û desthilatdariyê hiqûqê namîne.

Îmamoglu tekez kir: Her kesê bi hilbijartinê hatine li kû derê Tirkiyê be, xwedî nirx in. Hin partiyên siyasî û kesên hatine hilbijartin bê sizadan û kiryarên cuda li hember wan bên kirin, gelekî xeternak e û nayê qebûlkirin. Mixabin li Diyarbekir, Wan û Mêrdînê li dijî şaredarên wan cudahiyek hatiye nîşandan û em jê dilgiran in.

Li ser jikardûrxistina şaredarên HDPê jî got: Partiyên siyasî, parlemanter û şaredarên wan yan di nava hiqûqê de ne, yan li derveyî hiqûqê ne û aliyê derbarê wan de biryarê bide dadgeh e, ne hikûmet e.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da