Îlham Ehmed: Em dê demeke nêzîk mizgîniyekê bidin gelê xwe

.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê di panela li Meclisa Londonê de ragihand ku di diyaloga Kurdî-Kurdî de pêşketinên girîng çêbûne.

Îlham Ehmedê amaje bi wê yekê kir ku û di demeke nêzîk de dê mizgîniyeke xêrê bidin gelê Kurd.

Navenda Pêşketina Kurdî li Meclisa Londonê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê panelek li dar xist.

Îlham Ehmedê di panelê de gotarek pêşkêş kir û gelek siyasetmedarên Kurd ên li Londonê tevlî panelê bûn.

Rewşa aloz a Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê, diyaloga di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) mijarên panelê bûn.

Îlham Ehmedê diyar kir ku piştî rûxandina desthilata Esed li hemû deverên derveyî Rojavayê Kurdistanê şer sekiniye.

Li gorî gotina Îlham Ehmedê rewşa ewlehiyê ya herêmên wan “ji ber gavên Tirkiyeyê mixabin xerab bûye û rêvebiriya Enqereyê destûrê nade ku rewş baş bibe."

Ehmed anî zimên ku ew dixwazin bi Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) re ku li Şamê wekî desthilateke fermî tê naskirin di nav diyalogê de bimînin û paşerojê di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de hemû pêkhate bi awayekî rast bên temsîlkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle