Îlham Ehmed: Divê Sûriyeyeke nenavendî were avakirin

.

 Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê diyar kir ku pêvajoya guherînê li Sûriyeyê berdewam e û hîn jî dîmenê Sûriyeya nû diyar nebûye.

Îlham Ehmedê eşkere kir ku divê di paşerojê de Sûriyeyeke nenavendî were avakirin. 

Rêxistinên civaka sivîl ên Rojavayê Kurdistanê li ser pêşhatên siyasî yên Sûriyeyê panelek li dar xist.

Li gorî rûpela Facebookê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmed tevlî panelê bû û li panelê axivî. 

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve got, "Civaka navneteweyî giringiyê dide dosyeya Sûriyeyê û dixwaze Sûriyeyeke nû ya pirreng û demokratîk bibîne.

Her wiha dixwaze rola jinên Sûriyeyê di civak û rêvebiriyê de xurt bike."

Îlham Ehmedê bal kişand ser wê yekê ku qeyrana mirovî û ewlehiyê li hemû parêzgehên Sûriyeyê berdewam dike.

Li gorî gotina Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di pratîkê de ti guherîn çênebûne û tenê xelk dikare di nav bajar û parêzgehan de tevbigere.

Îlham Ehmedê diyar kir ku pêdiviya rêveberiya nû ya Sûriyeyê bi şiyanên mirovî heye û got:

"Pêdiviya Sûriyeyê bi wan saziyan heye ku nûnertiya hemû pêkhateyên civakê dikin.

Veguhestina siyasî bi danîna destûreke nû û lidarxistina hilbijartineke demokratîk a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de û bi beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêk tê.”

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser xwest ku sîstema nenavendî li Sûriyeyê were bicihkirin.

Îlham Ehmedê tekez kir ku ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiya hemû Sûriyeyê ye.

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir