Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê

.

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji K24ê re ragehand, “Ew belgewyên ku aliyên Kurdî hene di vê konferansê de tên ragehandin.”

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro (Yekşem, 20.04.2025) ji bernameya Basî Rojê ya K24ê re ku îşev seet 09:00 tê pêkêşkirin got, “Piştî diyalog û danûstandinên berdewam ên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di derheqa belgeyekê de ku li ser yek heye, ew belge di konferansa Kurdî de tê ragehandin.”

Îlham Ehmed herwesa got, “Amadekariyên lidarxistina wê konferansê di qonaxa dawiyê de ne. Hin têbîniyên asayî mane, ew jî tên çarekirin. Em hêvîdar in ku bi zûtirîn dem ew konferans bê lidarxistin.”

Berpirsa navbirî herwesa got, “Sîstema navendî li Sûriyêyê nema tê qebûlkirin, divê sîstemê Sûriyeyê nenavendî be û hemû pêkhateyan vegire.”

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje jî da, “Eger sîstema navendî bê sepandin, ev yek dê rêyê li ber nakokî û şerên nû veke.”

Pêştir jî Îlham Ehmed di çarçoveya paneleke Dîdara Silêmaniyê de got: “Sîstema navendiyê di dîrokê û rewşên siyasî yên destnîşakirî de derketin û bi xwe re kirîz anîn, lewma em dibînin ku sîstema navendî ya tund doz û pirsgirêkan çareser nake, berûvajî wê kûrtir dike, lewma  em dibînin ku nabe Sûriye vegere beriya sala 2011 û divê nenavendî be û mafê pêkhateyan hemûyan tê de parastî be.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle