ÎHR: Li Zahedanê Herî Kêm 41 Kes Hatine Kuştin

.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye, îro Yekşemê ragihand ku di pevçûnên hefteya borî de li bajarê Zahedanê eyaleta Sîstan-Belûcîstanê li başûrê rojhilatê wî welatî herî kêm 41 kes ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin.

IHR, hêzên ewlehiyê bi “tepeserkirina bi xwîn” tawanbar kir ku xwepêşandana piştî nimêja roja Înê li Zahedanê ji ber tohmeta ku serokê polîsan li bajarê bendera Çabeharê ku li parêzgeha Sîstan-Belûçîstanê ye, destdirêjî li keçeke 15 salî ya kêmahîyên Belûçî a Sunnî kiriye.

Rêxistinê got ku nasnameya kesên hatine kuştin ji aliyê Kampanyaya Çalakvanên Belûcî ya Herêmî (BAC) ve hatiye piştrastkirin. Îran dibêje 5 endamên Pasdarên Şoreşê li Zahedanê hatine kuştin ku medyaya fermî wek "bûyereke terorîstî" binav kir.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin