IHR: Li Îranê, 11 Belûcî hatin darvekirin

.

 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku ku di nav çend rojên dawî de li Îranê 11 Belûcî ji ber tawanên madeyên hişber hatin darvekirin.

Saziya IHRê ku navenda wê li Norwêcê ye ragihand ku di çend rojên dawî de li Girtîgeha Navendî ya Zahîdanê, roja sêşemê 11 welatiyên Balûcî hatin darvekirin.

Hat diyarkirin ku hemû girtiyên darvekirî, ji ber tawanên hişberiyê hatine mehkûmkirin û hat zanîn ku hejmara kesên ku li Îranê ji serê sala 2023yan û bi vir ve hatine darvekirin, gihîştiye 423yan.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk, di meha gulanê de ragihandibû ku li Îranê ji serê salê heta gulanê herî kêm 209 kes hatine darvekirin ku piraniya wan bi tometa madeyên hişber hatibûn mehmkûmkirin û da zanîn ku bang li rayedarên Îranê kir ku hemû biryarên înfazê rawestînin û sizayên darvekirinê jî rakin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin