IHD: Li Silivriyê 2 girtî bi îşkenceyê hatine kuştin

.

 Komeleya Mafên Mirov (IHD) ragihand ku li 5emîn Girtîheha Silivriyê 2 girtiyan di encama îşkencekirina gardiyanan de canê xwe ji dest dane.

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) îro 12ê Nîsana 2022ê demjimêr 11:00 bi beşdarbûna Parlamentera HDPê Zuleyha Gulum û hejmareke xizmên girtiyan civîneke çapemeniyê saz kir. Şaxa Stenbolê ya IHDê diyar kir ku li 5emîn Girtîgeha Silivriyê Serhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehatiye zanîn di encama îşkenceya gardiyanan de canê xwe ji dest dane.

IHDê got: “6ê Nîsanê li ser medya civakî hat belavkirin ku li 5emîn Girtîgeha Silivriyê di dema hejmartina girtiyan de gardiyanan girtî îşkence kirine û ji bo xwe bikujin gûşar li wan kirine û 8 girtî bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Herwiha hat gotin ku dema ew birine nexweşxaneyê jî ji bo rastiyan nebêjin dîsan gûşar li wan hatiye kirin.

Ev îdîa 9ê Nîsanê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Malên Ceza û Girtinê ve hat redkirin. Lê li gor rewşa dawî diyar e ku îşkence û kiryarên xirab berdewam in û hevdîtina girtiyan û parêzeran tê astengkirin. Ji wan girtiyên ku rakirine nexweşxaneyê Serhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn di encama îşkenceyê de canê xwe ji dest dane û malbata Yilmaz termê wî wergirtiye.”

Ev demeke dirêj e li piraniya girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gûşarên ser girtiyan berdewam in û li gor amarên Komeleya Mafên Mirov (IHD) di 5 salên dawî de 255 girtiyan li girtigehan canê xwe ji dest dane.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin
PWKyê Li Amedê Ji Bo Roja Zimanê Kurdî Semînerek Li Dar Xist
15’ê Gulanê!..
Farhan Haq: Divê rayedarên Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan bişopînin
Serokê Giştî yê PWKyê peyama pîrozbahîyê ji Serokê KURD-KAVê re şand