IHD: li girtîgehan kurdî qedexe ye

.

Komeleya Mafên Mirovan (İHD) şaxa Dîyarbekirê rapora ku 8 girtîgehên li herêma behra reş û Erzincanê ne ku têde binpêkirinên mafên girtiyan parve kir. Li gor raporê ji 8 girtigehan bi 27 girtîyan re hevdîtin hatine kirin. Di raporê de li gel çendin binpêkirinan qedexeya Kurdî derketîye pêş.

Şandeyeke ji endamên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya şaxa Dîyarbekirê pêktê di navbera 30 ê Tirmeh û 3 yê Tebaxê de li 8 girtîgehên herêma behra reş û Erzicanê bi 27 girtiyan re hevditin kirine. Armanca vê şandeyê tespit kirina binpêkirinên mafên girtiyane.

Li gor raporê, li gel rewşên xirap yên girtîyan yên weke jurên takekesî, girtigehên ji malbatan dûr, lêgeryana bi tazî, qedexeya li ser Kurdî jî heye. Weke pirtûkên Kurdî ji xwe qedexe ne li gel vê pirtûkên di nav de peyvên Kurdî, Kurdistan û demokrasî derbas dibin jî hatine qedexe kirin.

Ji aliyê din ve şandeya İHDê ji rayedarên dewletê dixwazin ev binpêkirin bêne çareser kirin an ku sererast kirin. Herwiha ev rapor wê ji wezareta dadê ya Tirkiyeyê û çendin sazî din re ji bêne şandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle