ÎHD: Di girtîgehên Tirkiyê de berdana girtiyan tê taloqkirin

.

Saziya mafên Mirovan a Tirkiyê eşkere kir, ji destpêka sala 2021 û heta 2023 an de, ji aliyê Saziya Rêvebirin û Çavderiya Girtîgehên Tirkiyê de, herî kêm biryara berdana 384 girtiyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê paş xistiye .

Endama Rêveberiya Navendî ya Saziya Mafên Mirova IHDê Nuray Çevirmen, nûtirîn rapota saziya xwe derbarê rewêa girtigehan eşkere kir û da zanîn, ji destpêka sala 2021an heta sala 2023an li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên siyasî, biryarnamêya zadkirina girtîyan ,ji 3 mehan heta 12 mehan hatiye paşxistin û di nav 3 salan de biryara berdana 384 girtiyan hatiye paşxistin.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Nuray Çevirmen dibêje, derbarê binpêkariyên Saziya Rêvebirin û Çavderiya Girtîgehên Tirkiyê wan gelek rapor radestî Lîjnêya Parastina Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyê kiriye, lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn. Ev jî di demekê de ye gelek caran Partiya DEMê di parlamentoyê de daxwaza azadkirin û dermakirina girtiyên nexweşiyên giran yên weke penceşêrê kiriye daku li derva çaseriyê werbigirin, lê daxwaziyên wan nehatine bicihkirin û gelek girtî bi wê sedemê jiyana xwe ji dest didin.

Kurdistan Haberleri

Partiyên Kurd ên li Fransayê: Em li Rojava li hemberî sûc û êrîşan bêdeng namînin
PDK-Bakurê dozvekirina li dijî 11 endamên PWKê şermezar kir
Li Silêmaniyê êrişî kampa Komeleyê hat kirin
Asayîşê li Helebceyê operasyonek kir: 22 DAIŞî hatin desteserkirin
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin