Idlib.. Ciwanek li ser destê Cendirmeyên Turkiyê hate kuştin

.

Ciwanekî Sûrî ji aliyê Cendirmeyên Turkiyê ve rastî lêdaneke tund hat û canê xwe ji dest da.

Ciwanê bi navê "Ehmed Radî El-Axa" ji şêniyên gundê Hewaş ê bi ser gundewarê Hemayê ve ye.

Li gorî jêderan, dema ku "Ehmed" hewl dida li gel hejmarek kesên din  bi qaçaxî ji bajarê Silqîn li bakurê gundewarê Idlibê derbasî Turkiyê bibe, ji aliyê Cendirmeyên Turkiyê ve hatin girtin:

"Cendirmeyan bi tundî li wan xist û ew êşkence kirin û piştire  avêtin aliyê Sûriyê.

Nişteciyan ew veguhastin nexweşxaneya Silqîn û ji ber giraniya birînên xwe Ehmed El-Axa jiyana xwe ji dest da".

*52 Qurbanî

Li ser sînorên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi Turkiyê re, bi dehan welatî bûne qurbaniyên guleyên Cendirmeyên Turkiyê û rastî lêdan û êşkenceyê hatine.

Li gorî şopandin û belgekirina Welat Tv, ji destpêka salê ve 17 welatiyan ji navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bi guleyên Cendirmeyan, canên xwe ji dest dane, Her weha nêzîkî 35 kesan birîndar bûne.

Welat TV

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin