ÎDIR - Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê hat desteserkirin

.

 Hevseroka Bajarê Îdirê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Alya Akkuş hat desteserkirin.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê doh di çarçoeveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê bi ser mala Alya Akkuşê de girt û ew bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hat desteserkirin.

Polîsan Alya Akkuş piştî desteserkirinê bir Stenbolê.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê demên dawiyê operasyonên xwe yên li beramberî siyasetmedar û endamên DEM Partiyê zêde kirine.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya doh ragihand ku li 51 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 282 kes bi “hinceta endamtî û alîkariya PKKyê” hatine desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle