Îdareya Serbixwe ya Soranê 3 roj şîn ragihand

.

Ji ber bûyera şewata li avahiyeke Soranê ku di encamê de 14 kesan canê xwe jidest dan, Îdareya Serbixwe ya Soranê 3 roj şîn li wê deverê ragihand.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniyekê de sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera şewata agir kir û ragihand, “Ji roja Şemiyê 9/12/2023an ve sê rojan şînê ragihînin.”

Diyar kir jî: “Piştî pêwendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û li ser raspardeya cenabê wî, me komîteyeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina bûyerê û şopandina rewşa birîndaran pêk anî.”

Duhî êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyek ji bo lêkolînkirina sedema bûyerê hat avakirin.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ