Ibrahîm Şêxo: Talankirina şûnwarên Efrînê berdewam e

.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, Ibrahîm Şêxo dibêje, çekdarên ser bi Tirkiyê ve di talankirin û wêrankirina şûnwarên Efrînê de berdewam in.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, çekdarên bi navê “Artêşa Niştimanî” ku ser bi Tirkiyê ve ne, di talankirin û wêrankirina şûnwarên Efrînê de berdewam in.

Ibrahîm Şêxo got, “tiştê mayî ji Girê Şêx Ebdulrehman ku pêgeheke şûnwarî ye, bi 17 kîlometreyan dikeve başûrê rojavayê bajarê Efrînê û ser bi nahyeya Cindirêsê ve ye, ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hate talankirin û jinavbirin.”

Li gorî zanyariyên Ibrahîm Şêxo, “berî sala 2018an ango berî ku hêzên Tirkiyê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kontrol bikin, ti vekolîn li wî girî nehatibû kirin. Lê çekdaran bi qasî rûberê 27 hezar metre çargoşe ew gir têk dane û ziyan gihandine darên derdorê jî.”

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn destnîşan kir, bi heman awayî, “Girê “Til Eqreb” ê ser bi nahyeya Cindirêsê bi rûberê 18 hezar metre çargoşe, hatiye talankirin û jinavbirin.”

Piştî dagîrkirina Herêma Efrînê, bi dehan pêgeh, gir û şûnwarên dîrokî yên wê herêmê ji aliyê çekdaran ve hatine talankirin û wêrankirin, ji wan jî Girê Eyn Dara ku sala 2018an bi sedema topbarana Tirkiyê hate wêrankirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle