Hunermendên Kurd û Îranî ji bo xwenîşandanên Îranê, stranek straye

.

Strana bi navê “Were Meydan” bi kurdî ye û hunermendê Kurd Nasir Rezazî û yên Îranî Îbî, Şahîn Necefî û Pedram Şehlayî strîne.

Hunermendên Kurd û Îranî ji bo piştgriya xwenîşandanên li Îranê, stranek amede kiriye û stiye.

Strana bi navê "Were Meydan" bi kurdî ye û hunermendê Kurd Nasir Rezazî û yên Îranî Êbî, Şahîn Necefî û Pêdram Şehlayî strîne.

"Polîsên exlaqperest" li Îranê, bi sedema ku şerpeya xwe ne li gorî qanûnan girê daye, Jîna Mahsa Amînî desteser kirin. Rewşa Amîniyê li qereqolê nebaş bû û wê di 16ê Îlonê can da. Piştî vê bûyerê, li seranserê Îranê xwenîşandan dest pê kirin û heta îro jî li çendîn bajaran dewam dikin.

Rezazî, Îbî, Necefî û Şehlayî di stranê de gotinên "Jin jiyan azadî" distirên ku di dema xwenîşandanan de li Îranê weke slogan tên berzkirin û li seranserê cîhanê jî bal kişandine.

Xalid Reşîdpoûrî gotinên stranê nivîsîne û Pidram Şehlayî melodî û mûzîka stranê çêkiriye.

Nasir Rezaziyî li ser hesabê xwe yê Instagramê vîdeo-klîba stranê weşandiye û gotiye ku, "Ji bo piştgiriya serhildana wêrek a hemû gelên Îranê û rûxandina cûmhûra xwînrij a îslamî ya Îranê" wan ev stran çêkiriye.  

Çalakiyên li Îranê di meha duyem de ne. Li gorî saziyên mafparêz, heta niha bi kêmanî 200 kes mirine. 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin