Hunermendê navdar ê Kurd Cemşîd Endelîbî koça dawî kir

.

Hunermendê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Cemşîd Endelîbî îro koça dawî kir

Awazdaner û neyjenê navdar ê Kurd Cemşîd Endelîbî di 66 salî xwe de ji ber rawestana dil koça dawî kir.

Cemşîd Endelîbî 3yê Adara 1956an li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bû.

Endelebî di 10 saliya xwe de li Navenda Huner û Muzîkê ya Sineyê li cem Hesen Kamkar fêrî akordeyonê bûye û piştre bû endamê Orkestraya Sineyê.

Endelîbî di bin bandora neyjenê navdar ê Îranî Hesen Kesayî de bêyî mamoste bixwe fêrî neyjeniyê bû.

Paşê ji bo berdewamiya hunera xwe çû Koleja Hunerên Bedew a Zanîngeha Tehranê.

Li wir ji Nesrullah Naşîpûr, Nûr Elî Brûmend û Mihemed Riza Lutfî gelek tişt fêr bû.

Di sala 1981ê de çûye Îsfehanê û li cem Hesen Kesayî bi awayekî akademîk fêrî neyjeniyê bûye.

Cemşîd Endelîbî xwedî çendîn albûmên bi navê Mêwanê Te, Payiza Qamişelan, Hawînşînî Giyan e û di stranên wek Bêdad, Newa, Dastan, Dûkelî Ûd, Esmanê Eşqê, Yadî Eyam, Riswayî Dil, Peyamî Sirwe, Dilê Mecnûn û Serû Çemanî de li neyê xistiye.

Hunermendê rojhilatî, perçeyên Ebul Hesen Sebayî ku wek bavê muzîka qafiye ya Îranê tê naskirin, li neyê xistiye û ji bo fêrxwazên muzîkê kiriye qafiye.

Cemşîd Endelîbî, birayê awazdaner û jenyarê sentûrî yê bi nav û deng Mihemed Celîl Endelîbî ye.

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin