Hunermenda navdar a Îranê Terane Elîdostî hat desteserkirin

.

Hunermenda navdar a Îranî piştî ragihandina piştevaniya xwe bo xwepêşandanên vê dawiyê yên li wî welatî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Li gorî medyaya Îranê, aktera navdar a Îranê Terane Elîdostî şeva borî 17ê Berfanbarê li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Malpera Mizan ya Desthilata Dadweriyê ya Îranê girtina Elîdostî piştrast kir û ragihand ku wê hunermendê ji ber hin helwest û gotinên wê bû.

Terane Elîdostî lîstikvana navdar a Îranî ye ku bi rola xwe ya sereke di drama Şehrzad de li Başûrê Kurdistanê û cîhanê navdar bû.

Kuştina keça Kurd Jîna Emînî piştî girtina wê ji aliyê Polîsa Ewlekariya Exleqê ya Tehranê ve, bû sedema pêleke grev û xwepêşandên nerazîbûnê li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku sê meh in berdewam in.

Terane Elîdostî jî piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderên Îranê nîşan dabû, hîcab ji serê xwe kiribû û wêneyeke xwe ligel diruşma û “Jin, Jiyan, Azadî” belav kiribû.

ÇAVKANÎ: K24

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt