Hunermenda Kurd Pervîn Çakar bi Operayê Derdikeve Pêş Gohdarên Xwe

.

Hunermenda Kurd ya Operayê Pervîn Çakar, kilam û stranên Kurdî yên ku êdî wek klasîk tên nas kirin, bi şêweya operayê pêşkêşê gohdarên Kurd û cihanê dike.

Albuma bi navê ‘’Bîhna di Nav Du Çeman de’’ di renge arşîva çanda kevnar ya bîra gelen Mezopotamya de ye.

Pervîn Çakar albuma xwe li Ada Muzikê tomar kiriye û hunermendê Ermenî Ertan Tekîn bi dûdûka xwe, yê Tirk Dengîn Ceyhan jî bi pîyanoya xwe dibin rengên albûma Pervîn Çakar.

Bîhna di Nav Du Çeman de, ji pênc kilaman pêk tê; digel zaravên Kurmancî û Zazakî û herwiha kilamên bi zimanê Ermenî, Asurî jî din av albuma Pervîn Çakar da hene.

‘’Heyran Jaro’’ kilama yekê ya albuma Bîhna di Nav Du Rûbaran da ye ku demek bere weke singel hatibû weşandin.

Kilama Heyran Jaro, heyranokek navdar ya gele Zaxo û Şirnexê ye û dengbêj Fadilê Cizîrî jî bi şêweya xwe gotiye.

Sopranoya Kurd, Pervîn Çakar jibo gohdarên Dengê Amerika behsa berhema xwe ya nû kir û got Heyran Jaro dişibe şêweya Muzika Barok û wê ev kilama xwe şandiye bo muzîkjenên muzika Barokê çêdikin, û wan ev kilam pir ecibandine.

Hun dikarin li ser lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.

Çavkanî : Dengê Amerîka

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e