Hunermend Beytocanî koça dawî kir

.

Beytocan li Swêdê dijiya û ev demeke bi nexweşiya pençeşêrê bû.

Hunermed Beytocan, di 68 saliya xwe de koça dawî kir. Beytocan li Swêdê dijiya û ev demeke bi nexweşiya penceşêrê bû.

Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.

Di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşand. Albûma wî ya "Bîst û Yekê Adarê" li Tirkiyeyê hate qedexekirin.

Di 12ê Îlonê de hate girtin

Hunermed Beytocan sala 1955an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû. Di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6 sal û nîvan li girtîgehê hate girtin û sala 1987an hate berdan.

Beytocan sala 1990'î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991'ê de neçar ma koçî Swêdê bike.

Hunermend Beytocan, piştî 23 salan, di Gulana 2014an de vegeriyabû Amedê.

"Bîst û Yekê Adarê", “Axîna te Nalîna min”, “Te nadin min”  û “Etûna Dilê Min” navên albûmên wî bûn.

Kurdistan Haberleri

“29 parlamenterên HDP/DEMê ji bo MÎTê dixebitin”.
Netanyahu çû Sûriyeyê: Em venakişin
Çendîn welatan daxwaz ji xelkê xwe kirine ku bi lezgînî ji Îranê derkevin
Birîtaniyayê, balyozxaneya xwe li Têhranê de daxist
Îlham Ehmed: Veguhastina siyasî ya Sûriyeyê nabe li ser hesabê gelê Kurd be