Hukumeta Kolombiyayê û rêxistina ELN re dest bi hevdîtinên aştiyê dikin

.

 Hevdîtinên ji bo aştiyê yên navbera hukumeta Kolombiyayê û rêxistina Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) di sala 2019an de bi dawî hatibû lê niha wê ji nûh de hevdîtin destpêbikin. Di navbera hukumeta Kolombiya û ELN ê de dewleta Venezuela garantore û piştî civînê, daxwuyaniya hevpar xwendin.

Di daxwuyaniyê de xalên peymanê yên li ser wan lihev kirine hene û wê piştî hefteya ewilî ya meha 11an dest bi hevdîtinan bikin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Gelek girînge ku di avakirina aştiya Kolombiya de ya ku wê hukumet û ELN bikin, di pêdiviya guherînê de civak tevlî pêvajoyê bibe.”

Serokê Kolombiya Petro, peymana ku her dû terefan îmze kir di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir û got:

“Li Karakaşê, hevdîtinên aştiyê yên navbera hukumeta me û ELN ê bi garantoriya Venezuela, Kuba û Norweçê bi fermî destpêkir.”

Di hevdîtina bi rêxistinan re, nûnerê hukumeta Kolombiyayê, komsêrê bilind yê aştiyê Ivan Danilo Rueda, piştî ku serokê Kolombiyayê yê çepgir Petro dest bi wezîfa xwe kir, ji bo hevdîtinan bi ELN ê re bike, çûbû payîtext Hawana ya Kubayê.

Li Kolombiyayê piştî Petro bû serokkomar û banga aştiyê li rêxistinan kir, 10 rêxistinên çekdar ku di nav wan de FARC jî hebû yekalî agirbesê ragihandin.

Petro, ji bo şer rawestîne ragihandibû ku wê rêxistinan bixe nav hevdîtinên aştiyê. Di navbera salên 1986-2016 an de li Kolombiyayê li dora 450 hezar kes hatin kuştin û 50 sale ku şer lê dewam dike.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt