Hukumeta Herêma Kurdistanê bangî serkonsulê Îranê kir

.

 Baregeha têkiliyên karên derve ya hukumeta Herêma Kurdistanê, serkonsolosê Îranê yê Hewlêrê Nasrullah Reşnûdî xwestin da here baregehê. Hukumet bertekê nîşanî êrîşên fuzeyî yên artêşa Îranê ku ji bo ser Hewlêrê kiribûn, da û nerazîbûn û endîşa xwe ji bo Îranê ragihand. Axaftina bi serkonsolos re ji aliyê berpirsê karên derve yê Hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de hat kirin.

Êrîşa ser Hewlêrê artêşa Îranê girtibû ser xwe. Li aliyê dinê serkonsolosê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî xwestibûn ji bo wezareta karên derve û metna protestoyê dabûnê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin