HUDAPARê Seredana PAK Şaxa Batmanê Kir

.

Heyeteke HUDAPARê ku ji Serokê HUDAPARê yê Şaxa Batmanê Davut Şahîn, Sekreter Hamit Şimşek, Rêvebirê Batmanê M.Ali Ruzgar, Serokê Komisyona Kurdî a Batmanê A.Rahim Balur ,Endamê Komisyona Kurdî Emrullah Çöklü pêk hatî, roja 29.12.2021ê seredana Teşkîlata Batmanê ya PAKê kirin.

Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir ,Endamê Meclisa PAKê Hamdusena Demirel û rêvebirên teşkilata PAKê ya Batmanê pêşwazîya heyeta Huda Parê kirin.

Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir , ji bo vê seredanê spasîya xwe pêşkêşî Serokê Teşkîlata Batmanê ya HUDAPARê Davut Şahîn û heyeta li gel wî kir.

Serokê Şaxa Batmanê ya HUDAPARê Davut Şahîn jî ji bo vê pêşewazîyê spasîya xwe pêşkêşî heyeta PAKê kir .

Di seredana heyeta HUDAPARê ya ji bo PAKê de, herdu alîyan di derbarê rewş û rojeva welêt, Tirkîyeyê, herêmê û cîhanê de bîr û rayên xwe anîn ziman.

Herweha ji bo hîna zêdetir pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan, heyetên HUDAPARê û PAKê daxwaz û hêvîyên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina di navbera heyetên Huda-PAR û PAKê di atmosfereke baş û bi awayekî berhemdar derbas bû.

29.12.2021

Buroya Çapamenîyê û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PWKyîyan Îro Jî Li Amedê Li Kolanan Belavok Li Gel Belav Kirin
PWK salvegera 2 salîya damezrandina xwe li Amedê pîroz dike
PWKyîyan Li Amedê Li Kolanan Belavokên 2 Salîya PWKyê Belav Kirin
Serokê PWK, Mustafa Ozçelîk bi Alî Çeven re axivî: "Em li gel te ne"
PWK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin