HTŞ çekdarên xwe li Efrînê belav dike

.

Heyet Tehrîr el-Şam çekdarên xwe li gundewarê Efrînê zêdetir bi cî dike.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriya, Ibramî Şêxo ji Rûdawê re ragihand, koma çekdar a Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ji Efrîn û gundewarê wê derneketiye û got, zanyariyên derbarê derketina çekdarên wê komê ji Efrînê ne rast in.

Ibrahîm Şêxo diyar kir, “tevî Tehrîr el-Şam gotiye ku ew ji Efrînê derketiye û çûye gundewarê Idlibê, lê ew li cihê xwe yê berê maye û çekdarên xwe li gundê Miryemîn li nahiyeya Şeran û li gundê Tirindê yê ser bi Efrînê ve bicih kirine.”

Şêxo destnîşan kir, “Tehrîr el-Şam di bin al û navê grûpên din ên wek Sultan Murad, Emşat, Hemzat û Tevgera Ehrar el-Şam de hêzên xwe li Efrînê belav kirine.”

Nêzîkî du heftiyan berî niha di 13ê Cotmeha 2022an de hêzên Heyet Tehrîr el-Şam piştî çend roj şer û pevçûnên li dijî Cebhet el-Şamiye, Feyleqa Sêyem û Ceyş el-Îslam derbasî nav bajarê Efrînê bûn û bajar bi temamî kontrol kirin.

Piştre HTŞê bera hêzên xwe da gundewarên Efrînê û bajarê Ezazê li bakur rojhilatê Efrînê û di berdewamiya pevçûnan de hejmarek gundên din ji kontrola Cebhet el-Şamiye, Feyleqa Sêyem derxistin.

Di demekê de ku HTŞ xwe ji êrîşa bo ser Ezazê re amade dikir, artêşa Tirkiyê li gundewarê Efrînê û di navbera Ezaz û Efrînê de hejmarek tank û hêzên xwe belav kirin û piştre agirbestek di navbera HTŞ û Feyleq Sêyem û Cebhet el-Şamiye de hat ragihandin.

Hatibû ragihandin, ku di çarçoveya wê agirbetê de HTŞ hejmarek hêzên xwe û çekên xwe yên giran ji herêma Efrînê vedikişîne.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin
Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin