HSDê nasnameya 3 şervanan ragihand

.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nasnameya 3 şervanan ragihand ku di êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya HSDê roja 13ê Kanûna 2021, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve li bakurê Til Temirê êrişî hêzên wan kir.

HSDê ragihand ku di encama wê êrişa artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî de, 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan.

Navên şervanan:

Cîhad Hesen bi nasnav Cîhad Kobanê, Yasîn Eksî bi nasnav Diyar Kesk û Eqîl Reşo bi nasnav Fedekar Kurdistan.

HSDê diyar kir ku artêşa Tirkiyê “ti ferqê naxe navbera zarok, jin û kal û pîran û malan bi çekên giran û qedexekirî dike hedef û tevahî peymanên navneteweyî binpê dike.”

HSDê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şervanan re xwest û tekez kir ku “li ser bingeha parastina herêmê” ew dê bersiva hemû êrişan bidin.

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin