HSDê di derbarê 'êrîşa YPGê' de besiva Tirkiyê da

.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan “li bakurê Helebê êrîşî hêzên Tirkiyê nekirine û 4 serbaz birîndar nekirine û gotinên Wezîrê berevaniya Tirkiyê ne rast in.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyeke nivîskî bersiva daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar da.

Akar ragihandibû YPGê êrîşî bargehên serbazên Tirkiyê kiriye û 4 serbaz birîndar kirine lê HSDê ew gotinên red kirin.

HSD di daxuyniya xwe de dibêje “Artêşa Tirk a dagirker di 3 rojên dawî de herêma Şehbayê û gundewarên Minbicê bi çekên giran û bi obus û tankan daye ber topan û ev êrîşên wan bêserûber e, ji ber ku cihên ku êrîş tên kirin warên sivîlan e. Di encama van êrîşan de her çi qas windahiya sivîlan çênebû be jî mal û milkên xelkên me yên vê deverê zirar dîtine.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de HSDê Îdîayên Tirkiyê ku dibêjin, 10 şervanên YPGê şehîd bûne red kir û wiha got “Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker di daxûyaniyekê de, îdia dike ku di şeva 16’ê Nîsanê de YPG êrîşê xalên wan yên leşkerî yên rojavayê Firatê ne, kirine û 4 leşkerên wan birîndar bûne. Ev îdiayên wan ne rast in. Her weha îdia dike ku di encama bersivdanê de 10 şervanên YPG’ê şehîd xistine. Ev îdiayên wan jî ne rast in. Di 3 rojên dawî de ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker pêk tên de ti windahiyên me tuneye.”

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’