HSDê daxuyanî da: Çekdarên HTŞê derbasî herêma Efrînê bûn

.

HSDê ragihand ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ên ser bi Tirkiyê ve başûr û rojavayê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kontrol dikin.

Li gor daxuyaniyeke Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku îro belav kiriye, piştî lihevkirina bi çekdarên Artêşa Niştimanî re ku ser bi Tirkiyê ve ye, çekdarên grûpa Heyet Tehrîr El-Şam derbasî herêma Efrînê bûne.

Li gor daxuyaniyê, ew lihevkirin bi serpireştiya Tirkiyê hatiye kirin û tê gotin, niha çekdarên  bi bê dengî başûr û rojavayê Efrînê kontrol dikin.

Ev di demekê de ye ku gef û êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê li ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne.

Herî dawî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku ew gefên Tirkiyê yên li ser navçeyê cidî dibînin û bo têkbirina her êrîşekê amade ne.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara slaa 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî de ye.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN