HSDê bîlançoya şer û pevçûnên rojekê belav kir

.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê şer û pevçûnên berdewam ên bi komên çekdarên bi ser Tirkiyê de, daxuyaniyek belav kir û bîlançoya şer eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya HSDê, çekdaran vê sibehê êrîşî gundê Qebir Îmo yê li rojhilatê bajarê Minbicê kirine û şervann bersiva êrîşan dane ku şerekî giran di navbera hêzên wan û çekdaran de rû daye.

Hate gotin, li herêma Pira Qereqozaqê erebeyeke çekdaran hatiye teqandin û di encamê de 2 çekdar hatine kuştin. Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek a Tirk jî çerxerêya bajarê Sirînê bombebaran kiriye.

HSDê daye zanîn, li eniya Bendava Tişrînê jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrîşên çekdaran li ser gundên Mihşiyet El Tewahîn û Xirbe Tiwênî yên navçeya Ebû Qelqet têk birine û di encamê de bi dehan çekdar hatine kuştin û birîndar kirin.

Herwiha li gorî daxuyaniyê, hêzên HSDê dest danîne ser 2 tankan û çekeke obîs tevî guleyên wê, panzêreke BMB û 2 erebeyên doçka li ser îmha kirine.

HSDê ragihandiye ku li wan herêman şer û pevçûn dewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir