HSDê bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyeke Wezarîrê Berevaniyê yê Tirkiyê red kir ku têde gotibû di êrîşekê de 8 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar da.

HSDê di daxuyaniyeke kurt de li ser twitterê red kir ku di êrîşa 3ê Gulanê de ti şervanên wan canê xwe ji dest dabin, ew di demekê de ye ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihandibû, roja 3ê Gulanê di êrîşekê de 8 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê de wiha hatiye gotin: “Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker di daxuyaniyeke de, îdia dike ku di şeva 3’yê Gulanê de 8 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle