HSDê 2 zarokên din ên koçberkiriyên Efrînê li Şehbayê revandin

.

Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, di 10 Hezîranê de 2 zarokên Kurd ên koçberkirî li dervera Şehba li gundewarê Helebê revandin.

 Welat TV ragihand: Ciwanên Şoreşger ên ser bi HSDê ve, her yek ji Elmaz Fewzî û Sîlvana Esed Reşîd li gundê Am EL-Hoş li Şehbayê revandin û tevlî leşkeriya neçarî kir.

Jêderan anîn ziman: Her du ji koçberkiriyên Efrînê ne, Elmaz 13 salî ye û ji şêniyên gundê Nisriyê yê Cindirêsê ye, Sîlvana 14 salî ji şêniyên Çeqmaqa yê Raco ye.

Jêderên taybet diyar kirin: Gundê Am EL-Hoş li gundewarê Helebê ye bi devera Şehba tê naskirin koçberkiriyên Efrînê lê dimînin.

Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, beriya çend rojan zaroka Kurd a ji koçberkiriyên Efrînê Roken Umo li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê revand û tevlî leşkeriya necarî kir.

Sewsen Hiso dayîka Roken Umo di rêya Welat TV bang li her aliyekî berpirs kir ku kar li ser vegerandina keça wê bikin. 

Piştî şerê Turkiyê û Rêveberiya Xweser a PYDê sala 2018an li Efrînê derdora 300 hezar Kurd ji malên xwe derketin û li kampên Şehbayê, taxên Kurdan li Helebê û deverên din bi cî bûn.  

Welat TV - Hewlêr

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e