HSD û rêjîma Sûriyê li hemberî her êrîşeke plankirî ya Artêşa Tirkiyê gihîştin lihevkirinekê

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê li hemberî her êrîşeke plankirî ya artêşa Tirkiyê, gihîştin lihevkirinekê.

Li gor Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî di hevpeyvînekê bi “Al Arebia. net” re diyar kir, di navbera HSD û artêşa Sûriyê de têgihîştineke çêbûye ji bo rûbirûbûna her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê.

Herwiha Şamî eşkere kir, tiştê di navbera HSDê û Şamê de çêbûye, ne rêkeftineke nû ye, lê belê têgihîştineke leşkerî ji bo rûbirûbûna her êrîşeke plankirî ya Tirkiyê ye.

Di berdewamiyê de da zanîn: “Piştî têgihîştina ku şeva borî pêk hatiye, şeva borî 550 leşkerên rejîmê gihîştin herêmên HSDê û li bajarokê Eyn Îsa, derdora Bab, Minbic û Kobanê bi cih bûn.”

Şamî got: “Eger Tirkiye êrîşekê bike, ev leşkerên rêjîmê wê li kêleka encûmenên leşkerî yên girêdayî HSDê şer bikin. Ji ber vê yekê dibe ku ew li kêleka Encûmena Leşkerî ya Minbicê şer bikin, ji bo rûbirûnûna her êrîşeke Tirkiyê li ser bajarê Minbicê.”

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn, ev têgihîştina ku şeva Yekşemê bi rejîmê re hatiye kirin, piştî “gotûbêjên berê” pêk hatiye.

Herwiha got: “Ji ber vê yekê eger heye ku kontrolkirina bajarê Babê jî, beşeke ji planên êrîşa hêzên hikûmetê be.”

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî di derbarê mijarê de destnîşan kir, ew bi berpirsên Sûrî re li ser pêşxistina karekî hevbeş û danîna nexşerêyeke berevaniyê kar dikin û di vê derbarê de pêşketineke erênî heye.

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da