Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Duşemê ragihand ku wê bi Amerîka re jinûve dest bi operasyonên hevbeş yên dijî terorê kirine.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ser daxuyanîya HSD’ê hîn ti şîrove nekiriye.
HSD’e Îna borî dabû zanîn ku jiber êrîşên Tirkîyê ew neçar mane ku operasyonên hevbeş yên dijî terorê rawestînin û koalîsyonê jî rawestandina operasyonan piştrast kiribû.
Amerîka, HSD’ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek aktoreke girîng dibîne.
HSD’ê hefteya borî dabû zanîn ku tevgerên Tirkîyê zararê didin operasyonên dijî DAIŞ’ê û ji Washingtonê xwestibû ku dijî Enqerê bertekên tundtir nîşan bide.
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin li dû banga HSD’ê d'yar kiribû ku ew bi tundî dijî helwesta Tirkîyê ne û ew naxwazin ku hêzên Tirk operasyonê êrîş bibin ser bakurê Sûrîyê.
Berdevikê HSD’ê Sîyamend Alî ji Reutersê re got ku bi kêmbûna êrîşên Tirkîyê, operasyonên hevbeş yên bi koalîsyonê jinûve destpê kirine.
Alî da zanîn ku hîndarîyên hevbeş yên bo perwerde jî jinûve li dar dikevin.
Kurdistan Haberleri
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?