HSD: Operasyonê hevbeş ên bi Hevpeymaniya Navdewletî re dîsa dest pê dikin

.

Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî, piştî êrîşên asmanî û topbaranên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê ku dewriye û operasyonên dijî DAIŞê ligel Hevpeymaniya Navdewletî rawestandibû, ji nû ve dide destpêkirin.

Di çarçoveya hevkariya ligel Hevpeymaniya Navdewletî jî piştî 20ê Mijdarê cara yekem doh operasyoneke hevbeş a bi hêzên Amerîkî re hatibû destpêkirin.

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyaya Demokratîk Mehmûd Berxwedan ji ajansa Frans Press re gotiye, dê careke din operasyonên hevbeş ên HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dest pê bikin.

HSDê ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, dewriye û operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê rawestandibû û Fermandariya HSDê hişyarî dabû ku dê êrîşên Tirkiyê bibin sedema ji nû ve zindîbûna DAIŞê.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) biryara HSDê piştrast kiribû.

Herî dawî berdevkê CENTCOM John Bucino gotibû: “HSD li  Kampa Holê dewriye û parastina ewlehiyê didomîne. Em bi biryar in ku DAIŞê têk bibin û li bendê ne ku di zûturîn demê de operasyonên dijî DAIŞê bidomînin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle