HSD: Me di Gulanê de 21 çekdarên DAIŞê girtin

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ragihand, wan di meha Gulanê de 21 çekdarên DAIŞê girtine û çekdarekî din jî kuştine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk amarên operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê yên di meha Gulanê de belav kirin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, wan di meha Gulana îsal de 12 operasyon li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê pêk anîne ku 4 ji wan operasyonan ligel Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Antî Terorê li Herêma Kurdistanê CTG bûne.

Di encama wan operasyonan de hêzên wan 21 çekdar girtine û çekdarek jî kuştine. Herwiha di operasyonan de dest bi ser gelek çek û teqemeniyan de jî hatiye girtin.

Li gor heman çavkaniyê, operasyonên HSDê yên li dijî şaneyên DAIŞê li Heseke, Dêrezor, Reqa û Minbicê hatine pêkanîn.

Dawiya sala 2022an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê operasyona Bahoza Cezîrê dijî şaneyên DAIŞê li navçeyên Hol, Til Hemîs, Til Berak, gundewarên Heseke û Qamişlo pêk anîbû, di encam de 92 endamên DAIŞê girtibûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle