HSD: Li Minbic û Kobaniyê agirbest çênebû

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Minbic û Kobaniyê agirbest çênebûye.

Dihat zanîn ku Amerîka hewl dide di navbera HSD û komên çekdar ên di kontrola Tirkiyeyê de agirbestekê ragihîne.

Hinek çavkaniyan îdia dikir ku li Minbic û Kobaniyê agirbest hatiye îlankirin.

“Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe didomînin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê ev daxuyanî da:

“Hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ji bo agirbesteke mayînde li herêmên Minbic û Kobaniyê, ji ber nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî hewldanan û dûrketina ji qebûlkirina xalên wê yên sereke bi ser neketin.

Ew navbeynkarî ji bo veguhastina şervanên Meclisa Leşkerî yên mayî û sivîlên ku li Minbicê asê mane û yên dixwazin vegerin herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara veguhastina termê Silêman Şah a cihê wê yê berê bûn.

Tevî hewldanên Amerîkayê yên sekinandina şer jî dewleta Tirk û çeteyên wê di van demên dawî de êrişên xwe didomînin."

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê