HSD: Li Kobaniyê di bombebarana Tirkiyeyê de 9 sivîl şehîd ketin

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Di bombebaran û komkujiya Tirkan a li başûrê Kobaniyê de 9 sivîl şehîd ketin, 2 jî birîndar bûn.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di encama êrişa esmanî ya Tirkiyeyê de li başûrê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şeva borî 9 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn.

HSDyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Balafirên dagirkerên Tirk saetên dawî yên şeva yekşemê li başûrê Kobaniyê malbateke cotkar bombebaran kir.

Hejmara şehîdên sivîl ku di encama bombebarana Tirkiyeyê de li navbera gundê Qumçî û Berx Botanê şehîd ketin bû 9 kes ku hemû ji heman malbatê ne.

2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.”

HSDyê di daxuyaniya xwe de navên kesên ku hatine kuştin jî eşkere kirin:

"Ahîn Osman Ebdo

Dîjle Osman Ebdo

Dilovan Osman Ebdo

Yaser Osman Ebdo

Ezîze Osman Ebdo

Salîha Osman Ebdo

Avesta Osman Ebdo

Osman Berkel Ebdo (bav)

Xezal Osman Ebdo (dayîk)

Her wiha Ronîda Osman Ebdo û Narîn Osman Ebdo jî birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin