HSD: Hîn komek girtiyên DAIŞê teslîm nebûne

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, piştî kontrolkirina zîndana Hesekê, hîn dora 60 – 90 çeteyan di zîndana Hesekê de mane û teslîm nabin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, piştî kontrolkirina zîndana Sînaa ya Hesekê, xweradestkirina dora 3500 çeteyên ku isyan kiribûn û êrîşa çekdaran ji derveyî zîndanê ve, hêzên HSDê dest bi kampîna ewlekarî û leşkerî ya hûr di nava zîndanê de kir.

Diyar kir jî, di çarçoveya xebatên paqijkirin û berhevkirina agahiyan de, Hêzên HSDê berîkên teroristî yên kamuflajkirî yên li dorhêlên li bakurê zîndanê vedîtin ku hîn dora 60 – 90 çeteyan tê de mane û hewl didin li ber xwe bidin.

Destnîşan kir jî, hêzên HSDê banga xweradestkirinê li wan dike û eger ew xweradest nekin, dê bi tundî serederiyê bi wan re bikin.

Ev yek di demekê de ye, duhî Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihandibû, “Pêngava Gurzê Gelan bi encam bû û zindana Sinaa ya bajarê Hesekê bi temamî ket bin kontrola hêzên me.”

Kurdistan Haberleri

Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da
Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir
Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar