HSD: Di êrişeke dronên Tirkiyeyê de 4 şervanan canê xwe ji dest da

.

Li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê dronên artêşa Tirkiyeyê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û di encamê de 4 şervanan canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di demjimêr 19.00an de droneke Tirkiyeyê gundê Xirbê Xwê yê bajarokê Amûdê yê Cizîrê bombebaran kiriye.

Li gorî daxuyaniya HSDê, di encama bombebarana gundê Xirbê Xwê de 4 şervanên Berevaniya Xweser canê xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Rêveberiya Xweser roja pêncşemê ragihandibû ku li navçeya Til Merûfê ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di êrişeke dronî ya ser 2 otomobîlan de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin