HSD: Di 2023an de artêşa Tirkiyeyê 798 caran êrîşî herêmên me kiriye

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, îsal 173 şervanên wan di êrîşên Tirkiye, şaneyên DAIŞê û rejîma Sûriyeyê de hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, artêşa Tirkiyê di sala 2023an de, 798 caran bi riya êrîşên asmanî û çekên giran xaka Rojavayê Kurdistanê bakurê rojhilatê Sûriyê kiriye armanc.

Amaje bi wê jî, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve, navend û saziyên xizmetguzariyê yên wekî qadên petrolê, parzûngeh, santralên av û elektrîkê, kargeh, dibistan, nexweşxane û otomobîl kirin armanc ku bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Da zanîn jî, di êrîşê Tirkiye, şaneyên DAIŞê û rejîma Sûriyeyê de, 173 şervan û 39 sivîl canê xwe ji dest dane. Herwiha 15 şervan û 83 sivîl jî birîndar bûne.

Diyar kir jî, hêzên wan 143 caran bersiv dan êrîşên Tirkiyeyê û di encamê de 52 leşkerên Tirk û 185 çekdar hatin kuştin. Herwiha 91 leşkerên Tirk û 204 çekdar birîndar bûne. 

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin