HSD: Bi topbarana Tirkiyê 3 sivîl şehîd bûn

.

 Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku bi sedema topbarana Tirkiyê sê welatî li bajarokê Zirganê cane xwe ji dest dan.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êvara Sêşemê 21ê Kanûna 2021ê, gundê Esediyê yê dikeve rojavayê bajarokê Zirganê li Hesekê top baran kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku di encama topbarana Artêşa Tirkiyê a li ser gundên bajarokê Zergan li bakurê Hesekê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo Berzan Ferman jî ragihand ku Tirkiye gundê Rebîatî yê Zirganê ku dikeve sînorê Rojavayê Kurdistanê topbaran kiriye û ji ber tirsa topbarana Tirkiyeyê nêzîkî 25 malbat ew dever terikandine û çûne navenda Dêrbesiyê.

 Navenda ragihandinê ya HSD'ê li ser malpera xwe diyar ku di encama topbarana gundê Rebîatî de welatiyên sivîl a no mavî  Melîke Ehmed Îd a 30 salî dayîka wê bi navê Fesla  Îd  60 salî û welatiyekî din bi navê Salih Hemîd Hisên a 60 salî jiyana xwe ji dest dan.

HSDê herwiha da zanîn ku 4 welatiyên din; Ehmed Mihemed El-Faris (50), Cûdî Îd (4), Cûrî Îd (11) û Ehmed Îd (8) jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya HSDê artêşa Tirkiyê  û çekdarên girêdayî wê ji xalêb xwe yên gundên Babê El- û Dawudiyê, gundên Esediyê, Rebîat, Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê Zirganê û sûka wê bi dijwarî topbaran dikin.

HSDê herwiha eşkere kir ku di dema topbaranê de balefirên çavdêriyê yên Tirkiyeyê li ser asmanê firiyane.

Ji aliyê din ve Tirkiyeyê heta niha bi awayekî fermî derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedane.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin