HRWê daxwaza rakirina cezayên ser Sûriyê kir

.

 Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a bi ser Neteweyên Yekbûyî ve (HRW) diyar kir ku cezayên li ser Sûriyê xebatên jinûveavakirinê asteng dikin û bang li Amerîka, Yekitîya Ewropa û Brîtanyayê kir ku cezayan rakin.

Lêkolînera yekemîn a karûbarên Sûriyê ya HRWê Hîba Zeyadîn got, piştî 13 salan ji şer û wêraniyê, pêdiviya Sûriyê bi avedankirinê heye, lê cezayên heyî dibin asteng.

Zeyadîn bal kişand ser cezayên li ser Sûriyê û da zanîn: “Cezayên li ser Sûriyê bûn sedema kêmbûneke mezin a sotemeniyê, hilweşîna binesaziyê û dijwarbûna gihandina alîkariyan.”

HRWê da xuyakirin, divê gavên cidîtir wekî “tevlîkirina Sûriyê di pergala diravî ya cîhanê de, bidawîkirina qeydên bazirganî yên li ser pêdiviyên bingehîn û pêşkêşkirina garantiyên qanûnî ji bo saziyên diravî” bêne avêtin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle