HRW bo hikûmeta Sûriyê: Divê aqûbeta kesên wendayî were diyarkirin

..

Serokê Sûriyê Beşar Esed yasaya heramkirina îşkenceyê di zîndanan de derxist, derxistina wê yasayê gelek karvedan bi xwe re anî. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov / Human Rights Watch (HRW) di raportekê de sivkatî bi wê biryara Serokê Sûriyê kir. HRW herwiha daxwazê ji hikûmeta Sûriyê dike ku çarenivîsa bi hezaran kesên wendabûyî zelal bike.

Rêxistina HRW di raporta xwe de dibêje, ev ne derewa 1ê Nîsanê ye, Sûriyê ku îşkencekirin têde asayî ye, yasaya heramkirina îşkenceyê derxist.

Rêxistina Çavdêriya Mafên  Mirovan dinivîsîne, zehmete armanca derxistina vê yasayê bê zanîn.

Di rapora xwe de HRW diyar dike, dibe ku sedemên derxistina vê biryarê girêdayî hewlên hinek dewletan bin ji bo dadgehkirina rejîma Sûriyê be

Di beşeke din a raportê de HRW dibêje, bi hezaran kes di zîndanên Sûriyê de tên îşkence kirin, zehmete ew yasaya heramkirina îşkenceyê cidî were wergirtin

Herwiha HRW daxwazê ji hikûmeta Sûriyê dike girtiyên di zîndanên fermî û ne fermî de berde û ligel civaka navdewletî kar bike û çarenivîsa bi hezaran kesên wendabûyî zelal bike û kesên berpirs ceza bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle