HREê li Efrîn, Bab û Ezazê li dijî dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê operasyonek li dar xist

.

Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE li Efrîn, Bab û Ezazê li dijî dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê operasyonek li dar xistin û hat diyarkirin ku di encama van çalakiyan de 4 dagirker hatine kuştin.

HREê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku di 3yê Gulanê li Şera, Bab û Ezazê li dijî dagirkeran pêk anî, eşkere kir û diyar kir: “Hêzên me li gundê Enapkê yê navçeya Şerayê li baregehek artêşa Tirk a dagirker xistin û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.”

Herwiha HREê destnîşan kir: “Hêzên me li herêma Babê çalakiyek sekvanî li dijî çekdarên dagirker pêk anîn û di encamê de çekdarek hat kuştin. Li Ezazê jî di encama çalakiyekê de serbazekî artêşa Tirk hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.”

HREê di berdewamiyê de ragihand ku di encama çalakiyan de ji wan serbazekî artêşa Tirk 4 leşkerên Tirk û çekdarek hatin kuştin, 4 leşkerên Tirk ên dagirker jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir