Hoşyar Zêbarî: Sadr rast dibêje

.

Li Bexdayê û bajarên der û dora wê xwepêşandanên Tevgera Sadr dewam dikin û PDK ê jî ji bo daxwuyaniyên Muqteda es-Sadr destekê da. Endamê polîtburoya PDK ê (Partiya Demokrata Kurdistanê) Hoşyar Zêbarî bi daxwuyaniya xwe destekê da daxwuyaniyên Sadr. Li ser qewimandinên li Iraqê, Zêbarî di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Projeya cotmeha sala 2021 ê ya hukumeta piraniyê ya parlementoya netewî ku bi kemîna dozên ‘edlî’ dan rawestandin, sedema rewşa heyî ya siyasî, ewlehî û civakî ya li Iraqê ye.

Rêzdar Muqteda es-Sadr rast dibêje. Çareserî ew e ku dagerin ser bingehê, ser edaleta berbiçav, hûqûqê û baweriya (îrada) xelkê.”

Muqteda es-Sadr ber destê êvarê daxwuyaniyekî da û got ku ew desthilatê naxwaze û armanca wî reform e. Sadr bang li terefdarên xwe kir ku heya daxwazên wan werin cîh tevgerên xwe dewam bikin û ji terefên siyasî xwest ku parlemento bê fesh kirin û hilbijartina pêşwext bêkirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt