Hoşyar Zêbarî: Rêz li biryara Dadgeha Federal digirim

.

Berbijarê Kurd û PDKê bo serokkomariya Iraqê, Hoşyar Zêbarî ragihand, ew rêzê li biryara Dadgeha Federal a Iraqê digire ku berbijarbûna wî bi awayekî demkî rawestandiye û tekez dike, desthilata dadwerî dê berbijarbûna wî piştrast bike.

Hoşyar Zêbarî îro di daxuyaniyekê de ku li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kiriye, têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser berbijarbûna xwe bo posta serokkomariyê dibêje, “Em rêzê li biryara Dadgeha Federal digirin, ku bi awayekê demkî berbijarbûna me rawestand heya ku doza hin kesên ku bi rojên beriya reformê ve girêdayî ne, were çareserkirin.”

Hoşyar Zêbarî diyar dike, desthilata dadweriyê dê berbijarbûna wî piştrast bike û dibêje; “Baweriya me heye ku dadgeh dê yekalî bike ya pêştir dezgehên ser bi dewletê ve piştrast kirine ku me şert û mercên berbijarbûnê pêk anîne, û tiştê tê gotin ji bilî nalînek ji bo zêdetir girtina desthilatê ne tiştekî din e.”

Dadgeha Federal a Iraqê îro biryar da ku rêkarên berbijarkirina Hoşyar Zêbarî bo posta serokkomariya Iraqê bi awayekê demkî bên rawestandin.

Ev biryara Dadgeha Federal piştî wê yekê hat ku sê parlamenterên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li parlamentoya Iraqê û parlamentereke serbixwe li dijî Serokê Parlamentoya Iraqê tomar kirin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN