Hoşyar Zêbarî bû berbijêrê Serokomariya Iraqê

.

 Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, berbijêriya xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê ragihand.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê berbijêr kir û forma berbijêrbûnê li Encûmena Nûneran a Iraqê radest kir.

Roja Duşemê, Encûmena Nûneran a Iraqê derî ji bo xweberbijêrkirina posta serokomariyê vekir û  6 merc ji bo wan kesan danîn ku dixwazin bibin berbijêrên postê serokomariya Iraqê.

Parlamentoya Iraqê divê di nava mehekê de deng li ser berbijêran bide û serokomarê nû diyar bike. Serokomar jî dê erkê pêkanîna kabîneya hikûmetê bide berbijêrê serokwezîriyê yê ku ji aliyê Şîeyan ve hatiye diyarkirin û ew berbijêr jî divê di nava mehekê de kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.

Hoşyar Zêbarî

Hoşyar Mehmûd Mihemed Zêbarî roja 2ê Çileya 1953an ji dayîk bû. Sala 1976an bawernameya Zanistên Siyasî li Zanîngeha Urdinê ya li Emmanê wergirt û master jî di warê civaknasiyê de li zanîngeha Essex a Brîtanyayê temam kir.

Zêbarî ji 8ê Îlona 2014an ta 21ê Îlona 2016an Wezîrê Darayî yê Iraqê bû û berî wê jî di herdu xulên hilbijartinê yên 2006 û 2010an de Wezîrê Derve yê Iraqê bû. Hoşyar Zêbarî niha endamê Polîtburoya PDKê ye.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî