Hoşyar Zêbarî: Baştir e grevgirtî greva xwe veguhêzin meydana Tehrîrê

.

Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê dibêje, “Baştir e ku grevgirtî greva xwe ji bo meydana Tehrîrê veguhêzin.” Herwesa dibêje, “Greva Silêmaniyê hatiye siyasîkirin.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî îro (Yekşem, 09.02.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek li ser greva mamostayên Silêmaniyê parve kir û tê de got, “Greva Silêmaniyê hatiye siyasîkirin, baştir e grevgirtî greva xwe ji bo meydana Tehrîrê veguhêzin.”

Hoşyar Zêbarî herwesa got, “Grevgirtî dikarin li beranberî Wezareta Darayî ya Îraqê daxwaza mafên darayî bikin, tevî ku pirsa mafên darayî bi Bexdayê re hatiye yekalîkirin.”

Ev jî di demekê de ye ku, her îro (Yekşem, 09.02.2025) Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di daxuyaniyeke rojnamevanî de di derheqa xwenîşandana hin kesan li Hewlêrê ji bo piştgiriya wan kesên ku li Silêmaniyê grev girtiye de ragehand, “Xwenîşandan, kombûn û ragehandina nerazîbûnê rêkarên xwe yên qanûnî hene, li Hewlêrê çi kesekî daxwaza destûriyê nekiriye ku xwenîşandanan bikin an jî grevê bigirin.”

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Helmeta hilbijartinên Civata Nûnrên Îraqê li pişt wê çadira Silêmaniyê dest pê kiriye.”

 (K24) 

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc